Gunay: Êdî siyaseta şer jî AKP-MHP’ê xelas nake

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay ji bo çareseriya doza kurd ji mixalefetê re, îşaret bi rêya dîyalogan kir. Gunay diyar kir ku muxatebê pirsa kurd diyare û got; 19’ê Tebaxê wê li Mêrdîn û Stenbolê dakevin qadan.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, têkildarî geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî Civîna çapemeniyê li dar xist.

Ebru Gunay destnîşan kir ku wekî HDP’ê dê her tim li dijî talankirin, wêrankirin, rant û şer, têbikoşina aştî, demokrasî û edaletê pêş bixin û wiha got:

“Her kes rastiya deshilata AKP-MHP’ê zane.

Her kes dizane ku AKP-MHP’ê Tirkiye xistiye çi halî.

Êdî siyaseta şer jî wan rizgar nake.

Derdê me ewe ku em şer, kuştin, mirin, êş, xizanî û betaliyê bi dawî bikin.

Gunay, bang li hêzên li dijî şer jî kir û ev tişt anî ziman:

Em bang li kesên ku şer naxwazin, xizanî, xwînê û betaliyê naxwazin dikin.

Em bang li hemû mirovên li ser vê axê dijîn dikin.

Werin em hemû bi hevre li dijî polîtîkayên şer rawestin.

Em bi hevre jiyanek hevpar ava bikin em dikarin bi ser bikevin.”

Gunay: Divê êdî rastiyê qebûl bikin

Gunay anî ziman ku divê êdî dest ji polîtîkayên qirkirinê berdin û ev tişt lê zêde kir:

Êdî pêdivî bi çareseriyê heye.

Tenê rêyek heye.

Ew jî diyalog û muzakere ye.

Ew jî bi muxatabê wê çareser dibe.

Divê vê rastiyê qebûl bikin.

Gunay: Li 7 bajaran gel dadikevin qadan

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay herî dawî bernameya Têkoşîna Demokratik jî parve kir û wiha bi dawî kir:

Em di 19’ê Tebaxê de li dijî xespa Qeyûm bi slogana ‘Em hemû bi hevre li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadiyê pêş bixin’ dê li Mêrdîn û Stenbolê dest bi çalakiyan dikin.

Fînala rêzeçalakiyên me jî dê di 1’ê Îlonê roja Aştiya Cîhanê de li 7 navendan bidome.

Li Stenbol, Amed, Riha, Edene, Wan, Îzmir, Enqere û Antalyayê dê Zincîra Aştiyê ava bikin.

Em parazvanên “Li dijî şer aştî” dê kom bibin.

Back to top button