Li Efrînê li ser Rojayê teqînek pêk hat.
Li gorî agahiya kuştî û birîndarên çeteyan hene.
Li gorî agahiyên ku ji Efrînê hatin girtin, li ser rêya navçeya Racoyê di navendeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker de teqînek pêk hat.
Çavkaniyên ji hindirê Efrînê ragihand ku saet 8:15`an de li pêşiya yek ji navendên çeteyên Ehrar El-Şerqiyê li ser rêya navçeya Racoyê ya Efrînê teqînek pêk hatiye.
Di encamê de kuştî û birîndar hene, lê hajmarê wan nehat zelakirin.
Heta niha jî sedema vê teqînê nehatiye zanîn.