Li navçeya Şêrewa çeteyan kalemêrekî Êzîdî kuşt

Çeteyan li navçeya Şêrewa kalemêrekî Êzîdî yê 63 salî kuşt, her weha li gundê Kefercenê jî serçeteyek ji aliyê balafireke bêmirov a bi çek de hat kuştin.

Rojane şêniyên Efrînê rastî kiryarên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tên

Li gundê Şadirê yê Şêrewa Çeteyên dewleta Tirk a dagirker kalemêrekî Êzdî yê bi navê Nûrî Cimo Umer Şeref(63) kuşt.

Malpera Afrinpost da zanîn ku Nûrî beriya bi çend rojan parçeyek erdê xwe firot û ji ber baca ku lê hatiye ferz kirin neda, çeteyan duh êvarî êrîşî mala wî kir û kuşt.

Her weha çeteyan beriya bi demekê jî ew revandibû û ji bo berdanê, 8 hezar dolar fidye jê standin.

Li Kefercenê balafirek bêpîlot serçeteyek kuşt

Li aliyê din, di encama ne aramî û tevleheviyên ku di navbera çeteyan ji bo dizîn û talankirinê de yên li Efrînê diqewimin, îro balafireke bê mirov serçeteyê koma bi navê Ehrar El-Şam hedef girt û kuşt.

Li gorî çavkanî, serçeteyê ku hatiye hedefgirtin û kuştin, bi navê Mêzer tê nasîn û li gundê Kefircenê yê kantona Efrînê bi cih bûbû.

Back to top button