Artêşa daigirker li Dihok û Behdînanê otomobîlên sivîlan kir armanc

Dewleta Tirk a dagirker êrîş û bombebarana xwe ya li ser Başûrê Kurdistanê didomîne. Balafirên artêşa dagirker li herêma Behdînanê otomabîlek bombebaran kir.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, balafirên şer yên dewleta Tirk otomobêlek li gundê Eredna yê bajarokê Bamernê ya ser bi Dihokê bombebaran kirin.

hat ragihandin ku di encama bombebaranê de 3 kesên di otomobêle de bûn şehîd bûne û yek jî birîndar bûye.

Balafirên artêşa Tirk a dagirker duh bişev jî li gundê Reşankê a ser bi Dihokê otomobîlek sivîlan bombebaran kiribû.

Back to top button