Li herêmên hikûmeta Şamê pêketina 83 kesên din hat ragihandin

Li herêmên Hikûmeta Şamê jî pêketina 83 kesên din bi nexweşîya Coronayê hat ragihandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 83 kes nexweş ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

wezaretê eşkere kir ku 8 kes jî baş bûne.

Li gorî van daneyên dawî jî heta niha li herêmên Hikûmeta Şamê, hezar û 515 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 403 baş bûne û 58 jî mirine.

 

 

 

 

Back to top button