ÇALAKIYA LEYLA GUVEN DI ROJA 77’AN DE YE

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan di roja 77’an de ye.

Li zindanên dewleta Tirk jî nêzî 230 girtî di greva bêdem û bêdorveger de ne.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven, ji 8’ê Mijdara sala 2018’an ve di nava berxwedanê de ye.

Çalakiya ji bo şikandina tecrîdkirina Ocalan destpêkiriye, 77 roj in dewam dike.

Ji ber ku rewa tendirûstiyê wê giran bûye, Leyla Guven demeke nikare hevdîtina bi parêzerên xwe pêk bîne.

Her wiha pirsgirêkên dîtinê, ketina tansyon û bê taqetiyê jî zêde ne.

Ji bo destekê bidin berxwedana Leyla Guven, parlementerên HDP’ê wê 27’ê Çile li ber Zindana Amed dest bi çalakiya nobedê bikin.

Di vê navberê de berxwedana girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê jî dewam dike.

Li 57 zindanên dewleta Tirk, 223 girtî 39 roj in di çalakiya greva bêdem û bêdorveger de ne.

Leave a Reply

Back to top button