Dewleta Tirk êrîş û bombebarana xwe ya li ser Başûrê Kurdistanê didomîne. Hêzên artêşa Tirk êrîş birin ser wesayîtên pêşmergeyan ên ku parastina sînor dikiran.
Îro li herêma Sîdekan a Hewlêrê, 2 wesayîtên hêzên pêşmergeyan li nêzî gundê Şêz Zadan ji aliyê artêşa Tirk ve hatin gulebaran kirin.
Gule li ber wesayîta fermandarê pêşmergeyan ê bi navê Salih Mihemed ket.
Selih Mihemed bûyer piştrast kir û ragihand ku li ser erka parastina sînor bûn û got ku ji wan re ferman nehatiye ku bersiva ti hêzekî leşkerî bidin.