Rizgariya Minbicê bi xwe re rizgariya jinê anî

Piştî ku bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, berxwedana jinan a li dijî fikrê paşverû destpêkir. 
Niha jinên bajêr di nava hemû saziyan de cih digirin û bi rola xwe radibin..
Hevseroka Meclisa Rêveber a Minbicê Nûra salvegera 4. a rizgarkirina Minbicê li hemû jinan pîroz kir û anî ziman ku ev 4 salin jinên Minbicê li hember fikrê paşverû liber xwe didin û têdikoşin.

Dema çeteyên DAIŞ`ê bajar dagirkiribûn, jinên li Minbicê gelek zehmetî kişandin, çeteyan lixwekirina cilên reş ferz kirin, nedihiştin ji malên xwe derkevin û tev li civakê bibin.

Li dijî wan hovîtirîn sûcên bedenî û derûnî pêk dianîn û hewl didan vîna jinan tune bikin.

Piştî rizgarkirina Minbicê jinan karî rola xwe ya di civakê de bilîzin.

Jinên Minbicê gelek gavên erênî avêtin, çi di qada leşkerî de be, yan jî di rêveberiyê de be.

Jin beşdarî avakirina komînan, meclisên bajar û rêxistina gel bûn û di saziyan de cihê xwe di nava sîstema hevserokatiyê de girtin.

Hevseroka Meclisa Rêveber Nûra Hamid têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku li bajêr ji sedî 60 jin beşdarî saziyên sivîl û tevahiya rêveberiyan bûne.

“Ji bo jinên li Minbicê jiyaneke nû hate avakirin, piraniya zor û zehemtiyên di civakê de pê re rû bi rû dima derbas kir.

Îro jinên li Minbicê ber bi pêşketin, guhartin û veghartinê ve diçin.”

Berdevka Meclisa Jinên Minbicê û Gundewarên wê Îbtîsam Abdullqadir jî destnîşan kir ku rizgarkirina Minbicê ji bo jinan guhartineke diyarker bû û got:

“Di pêvajoya 4 salan de jinan xwe bi rêxistin kir, li gundewar û bajar perwerde dan, sardana tevahiya jinên li gund û bajar kirin, pêngavên perwerdeyê dan meşandin û dîroka rastîn a jinê bi jinan didin naskirin.”

Îbtîsam Abdullqadir salvegera 4. a rizgarkirina Minbicê li tevahiya jinan pîroz kir û soz da şehîdan ku ew ê şopdara rêya wan bin.

Back to top button