Desteya Tenduristiyê: 11 kesên din bi Coronayê ketin 2 kes jî jiyana xwe ji dest dan

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku 11 kesên din bi Vîrûsa Coronayê ketine,2 jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr.Ciwan Mistefa ragihand ku ji van her 11 rewşan,6 li Cezîrê ne, 3 li Kobanê û 2 jî li Şehbayê ne.

Her wiha mirina kesekî li Qamişlo û 1 jî li Şehbayê hat ragihand .

Dr.Ciwan eşker kir ku 7 kesên din jî baş bûne.

Bi van daneyên nû re, jimara giştî ya pêketiyên coronayê gihaşt 182 kesî.

Ji wan 17 kes başbûne û 10 kes jî jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button