HEYVA SOR A KURDISTANÊ ALÎKARÎ JI BO EFRÎNIYÊN LI ŞEHBAYÊ BELAV KIR

Heyva Sor a Kurdistanê, li herêma Şehbayê bi buhayê 300 hezar Euro pêdiviyên jiyanê li xelkê Efrînê belav kir,

Di nava alîkariyan de 5 ambulans, pêwîstiyên zivistanê û şîrê zarokan jî heye.

Saziya alîkariya mirovahî, Heyva Sor a Kurdistanê bêtirî salekê ye bê navber xwedî li xelkê Efrînê derdikeve.

Bi taybet piştî dagirkeriya dewleta Tirk ku di encamê de bi deh hezaran Efrînê ji cih û warên xwe bûn, alîkariyên Heyva Sor zêdetir bûn.

Di çarçoveya Kampanya Neteweyî ya Mezin de, Heyva Sor a Kurdistanê beşke din ê alîkariyê gihand herêma Şehbayê,

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê ragihand ku wan bi buhayê 300 hezar Euro pêwîstiyên jiyana rojane şandine.

Di nava alîkariyan de, 5 Ambulans, betanî, doşek, alavên germbûnê, xwarin û şîrê zarokan hene.

Ji rêveberên Heyva Sor Şêx Mûsa û hejmareke zêde a endamên saziyê alîkarî li Efrîniyan belav kirin.

Heyva Sor a Kurdistanê di pêvajoya sala derbasbûyî de bi buhayê mîlyon û 500 hezar Euro alîkarî li xelkê Efrînê belav kir,

Leave a Reply

Back to top button