Salvegera 13. a komkujiya Til Izêr a Şengalê

Bi boneya salvegera 13. a komkujiya Til Izêr û Sîba Şêx Xidir ên Şengalê, şehîdên komkujiyê bi merasîmeke girseyî hatin bibîranîn.

Merasîmê bîranînê, bi torena leşkerî ya şervanên YBŞ û YJŞ’ê dest pê kir.

Di merasîmê de fermandariya YBŞ û YJŞ’ê, da xuyakirin ku ew ê weke hêzên Êzîdxanê, rê nedin ku careke din gelê Êzîdî mîna salên berê, rastî êrîş û Komkujiyan bê.

TAJÊ: Divê civaka Êzîdî xwe bi rêxistin bike, da ku rê li pêşiya fermanan bigire

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi daxwuyaniyeke nivîskî komkujî şermezar kir û şehîdên komkujiyê bi bîr anîn.

Tevgerê Azadiya Jinên Êzidî diyar kir ku 13 sal di ser komkujiyê re derbas dibin, berpirsên wê heta îro jî nehatine diyarkirin û hesab ji wan nehatiye xwestin.

Tevgerê da zanîn ku civaka Êzîdî tenê xwe bi rêxistinkirinê dikare pêşî li fermanan bigire.

14 Tebaxa 2007’an, li navçeya Til Izêr û Sîba Şêx Xidir ên Şengalê çar teqîn li dû hev pêk hatin.

Di her 4 teqînan de, nêzî 300 kesan jiyana xwe ji dest da û 700 kes jî bi giranî birîndar bû.

Back to top button