Yûnanistan: YE lîsteyeke nû ya cezayan li dijî Enqereyê amade dike

Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nîkos Dendiyas ragihand ku Yekîtiya Ewrûpayê, lîsteyeke nû ya cezayan, li dijî Enqereyê amade dike.

Dendiyas, li Viyênayê, bi hempîşeyê xwe yê Amerîkî Mike Pompio re civiya.

Hate ragihandin ku di civînê de li ser zêdegaviyên dewleta Tirk ên li Rojhilatê Derya Spî nîqaş kirine.

Nîkos Dendiyas teqez kir ku Tirkiye sedema tevliheviya li rojhilatê Deryaya Spî ye û dive yekser ji sînorên deryayî yên Yûnanistanê vekişe.

Wezîrê derve yê Yûnanistanê da xuyakirin ku welatê wî ji diyalogan re amade ye, lê ne di bin fişar û şantajan de

Back to top button