NAMEYA LEYLA GUVEN: DENGÊ LI ZINDANA AMEDÊ BILIND DIBE AWAZA JINÊ YE

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 77 roj in din çalakiya greva birçîbûnê de ye, ji bo Tevgera Jinên Azad nameyek şand.

Leyla Guven di nameya xwe de dibêje, jinên Kurd denydanrên Rêber Ocalan in. Ji ber wê dengê berxwedanê yê li Zindana Amedê bilind bûye, awaza jinê ye.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven ji bo endamên Tevgera Jinên Azad nameyek şand..

Guven di nameyê de dibêje, yekane rêya azadiyê têkoşîne û wiha dewam dike:

Bi biryardariyeke mezin hemû jinên ku dilê wan ji bo şoreşê lê dide silav dikim.

Wekê tê zanîn pêşgotineke Êzdiyan heye:

Li xaka me, beriya her kesî jin şiyar dibin û paşê ro hiltê.

Ev gotina bi qîmet, wateya herî mezin a têkoşîna li dijî tarîtiyê ye.

Ev gotin, behsa jinên berxwedêr ên li pêş dike..

Raste em dereng hişyar bûn, lê em ketin ser rê û dizanin ku wê berdêl jî giran be.

Dengê îro li nava çar dîwarên zindana Amedê bilind bûye, awaza jinê ye.

Bi vî dengê bilind re, wê tecrîda li Îmraliyê were şikandin û teqez wê biserekeve.

Em weke jinên Kurd, di gelek waran de deyndarên Birêz Abdullah Ocalan in.

Lewma pêşengiya şikandina tecrîda li Îmraliyê, erka me a exlaqî û wijdanî ye.

Di vê pêvajoya dîrokî de, baweriya me a serkeftinê, bi qasî misqalekê jî kêm nebûye.

Me ti carî tabûta Îmraliyê qebûl nekir.

Em baş dizanin ku pergala Îmralî ya li ser me tê ferzkirin, rûreşiya mirovahiyê ye.

Jinên nûnertiya nîvê civakê dikin, bi biryarin ku li dijî vê pergalê, têkoşînê biserbixin.

Yekane rêya azadiyê, têkoşîn û berxwedan e.

Em ê ti carî stûryê xwe li hemberî teslîmiyet û faşîzmê netewînin..

Li ser vî esasî, berxwedana jinan a bi slogana “Em tecrîdê hilweşînin, faşîzmê têk bibin û Kurdistanê Azad bikin” wê bibe misogeriya serkeftina me.

Leave a Reply

Back to top button