Meclîsa Xweseriya Demkakratîk a Şengalê, diyar kir ku erka wan a sereke pêkanîna xewin û xeyalên Mam Zekî ye.
Meclîsa Xweseriya Demkakratîk a Şengalê MXDŞ bi daxuyaniyekê Şehîd Mam Zekî bi bîr anî û got:
“Bi şehadeta Mam Zekî re kîn û nefreta me li hember neyaran zêdetir bû.
Hêzên ku bi êrîşa tirsonek Mam Zekî kir armanc, em ji wan re dibêjin em ê tola Mam Zekî hilînin.
Ji bo Şengaleke xweser û demkoratîk, heta dawî em ê têkoşînê bikin û mafê Êzidxanê mîsoger bikin.”
Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Îsmaîl Ozden ê bi navê Mam Zekî Şengalî, 15’ê Tebaxa 2018’an, bi êrîşeke asmanî ya dagirkeran şehîd bû.