ÇETE EFRÎNIYAN JI MALÊN WAN BI DARÊ ZORÊ DERDIXÎNIN

Girtin û binçavkirin jî didome.

Çeteyên Ehrar El-şerqiyê careke din şêniyên gundê Maseka yê Navçeya Raco girtin.

Malpera AFRINPOST ragihand ku çeteyên Ehrar El-şerqiyê şeva Duşemê dîsa şêniyên gundê Maseka yê navçeya Recoyê revandin.

Navê kesên hatine revandin wiha ne;

Enwer Mislim

Mihemed Mistefa

Kemal Mistefa

Seîd Mûsa

Omer Elîko

Li gorî çavkaniyê, heman koma çete ew kes berî hefteyekê girtibûn û ji her yekî 150 hezar L.S standibûn û piştre ew berdabûn.

ÇETE EFRÎNIYAN JI MALÊN WAN BI DARÊ ZORÊ DERDIXÎNIN

Malpera AFRINPOST ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bi navê Hemzat dest bi derxistina Efrîniyan bi darê zorê ji gundên Maratê, gundê Mezin, Coqê u Dargirê kirin û li şûna wan malbatên çeteyên ku ji Idlibê anîne bi cih kirin.

Li gorî agahiyan rojane malbatên çeteyên dewleta Tirk weke Siqûr El-Şam, Ehrar El-Şam, Ceyş El-Ehrar û hinekên din bi 15 otobûs û erebeyan derbasî Efrînê dibin û li wir tên bi cih kirin.

Heman çavkaniyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker dibistaneke seretayî ya li ser rêya gundê Erende yê navçeya Şiyê veduguherînin baregeheke leşkerî.

Li gorî agahiyan, dîwarên dibistanê bi çementoyê bilind kirine û li derdora wê kamere ji bo çavdêriya liv û tevgera şêniyên pişopînin, danîne.

Di çarçoveya dizî û talankirinê de jî bepirsê qaşo Komîteya Ewlehiyê li Efrînê, Şêx Mîlad Hemûd ragihand ku wan hewl da rê li ber dizî û talaniyê bigirin, lê nikarîbûn wê diyardeyê kontrol bikin.

Şêx Mîlad dibêje wan çend çekdar tevî erebeyên wan girtibûn, lê piştre di bin zextê de neçar bûn ku wan serbest berdin.

Leave a Reply

Back to top button