Hevserokê Desteya Çandiniyê ya Dêra Zorê rastî êrîşekê hat

Îro mayînek bi wesayîta Hevserokê Desteya Çandiniyê ya Dêrazorê de teqiya.

Hin kesên nenas hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mihemed Abdullezîz li ser rêya Ebû Xeşeb hedef girt.

Li gorî agahiyên dawî, Mihemed Abdullezîz ji hewldana êrîşê bi birîndarî rizgar bû.

Tîmên pispor ên rakirina mayînan berê xwe dan herêmê û dest bi lêkolînê kirin.

30’yê Tîrmeha îsal, rûspiyê eşîra Igêdat, Silêman El-Kesar li Dêrezorê bi êrîşeke çekdarî hat kuştin.

31’ê heman mehê şêxê eşîra el-Bûrehma yê Qebîleya el-Begara Elî El-Weys li Dêra Zorê hat kuştin.

Hikûmeta Şamê bi hedefgirtina rûspiyên eşîran dixwaze fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxîne.

Back to top button