Di nava welatan de pêşbaziya dîtina derziya dijî Coronayê zêde bûye

Bi qasî lezbûna vîrûsa Corona, di nava welatên cîhanê de jî ji bo dîtina derziya li dijî vîrûsê xebatek zêde tê meşandin.

Her welat li gorî xwe xebatekê taybet dide meşandin. Bi taybet Amerîka û Rûsiya ji bo dîtina derman li dijî hev ketine rikberiyê.

Herî dawî îro Wezîrê Tenduristiyê yê Rûsiya ragihand ku wan dest bi hilberandina komî ya derziya ku li dijî vîrûsê dîtine kiriye û di rojên pêş de wê dest bi karanîna wê bikin.

Vîrûsa Corona ku cihan daye ber xwe heta niha, li pêşberî xwe kes nas ne kiriye.

Vîrûsa ku derman jêre ne hatiye dîtin, vê carê bi lez belav dibe.

Hîna werza zivistanê nehatî, metirsiya vîrûsê hîn zêdetir bûye.

Ji ber tê gotin di werza zivistanê de vîrûs wê bi sermayê re bibe yek û banndora xwe zêdetir bibe.

Vîrûsa ku di her alî de bandor li cihanê kirî, ji bo dîtina derziya li dijî wê jî xebatek zêde têr kirin.

Her welatek li gorî derfetên xwe li derziya dij vîrûsê digere.

Bi taybet ev xebat di nava gelek welatan de weke şerê zanistê lê hatiye û her yek ji wan rojane daxuyaniyên dîtina derzî didin.

Yek ji van welatan jî Rûsya ye.

Rûsya: Me dest bi hilberîna derziya li dijî vîrûsê kir

Wezîrê Tenduristiyê yê Rûsya ragihand ku derziya ku wan dîtî niha bi hilberîna wan ya komî hatiye kirin û wê di nava rojên pêş de were bikaranîn.

Li gorî anketek ku di nava bizîşkên Rûsya de hatî kirin, jî nîvê zêdetir bizîşk ji derziyê bêhêvî ne.

Bizîşkên rojavayî jî di wê baweriyê de ne ku derzî li gorî pêwist dikir ne hatiye ceribandin.

Serokê Rûsya Vîlademîr Pûtîn, di roja sêşemê de weke mizgêniyek dabû û gotibû wan derziya li dijî vîrûsê dîtine.

Heta Pûtîn anîbû ziman ku derzî ji aliyê keça wî ve jî hatiye bikaranîn.

Di nava van geşedanan de, di 24 saetên derbasbûyî de, zêdeyî 5 hezar kes bi vîrûsê ketin û 119 kes jî jiyana xwe ji dest dane.

Li seranserê cihanê jî daneyên heyî metirsiya vîrûsê careke din radixe ber çava.

Heta niha zêdeyî 21 milyon û 391 hezar kes bi vîrûsê ketine û jimara kesên ji vîrûsê mirine jî nêzî 765 hezarî dibe.

Back to top button