Ji ber Coronayê şahî pêk nehatin, serdana saziyan hat kirin

Her sal di roja salvegera rizgarkirinê de, şêniyên bajarê Minbicê şahiyan li dar dixin. Lê belê Îsal ji ber belavbûna vîrûsa Corona, şahî pêk nehatin û tenê serdana saziyan hatin kirin. Di serdanê de saziyên ku di rizgarkirina bajêr de bi rola xwe rabûne hatin xelatkirin.

15’ê Tebaxê li ba Minbiciyan rojeke taybet e.

Di 15’ê Tebaxa 2016’an de bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.

Di ser rizgarkirina bajêr re 4 sal derbas bûn.

Her sal şêniyên Minbicê bi şahiyan vê rojê pîroz dikin.

Lê belê îsal ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê li bakur û roijhilatê sûriyê şahî nehatin lidarxistrin.

Bi boneya salvegera rizgarkirinê serdana saziyên ku di rizgarkirinê rol lîstine hat kirin.

Derbarê salvegera 4’emîn de fermandarê meclisa leşkerî ya Minbicê axivî.

“Her sal û bi xêr bin …

Her sal û malbatên şehîdan bi xêr bin…

Şehîdên me yên ku ji bo rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ’ê xwe feda kirin.

Em vê rojê li şêniyên Minbicê pîroz dikin.

Ji ber belavbûna vîrûsê, şahî çênebûn, tenê bi kêfxweşiyeke biçûn bi bîr tînin.”

Komîteya Amedekar a çalakiyên 15’ê Tebaxê di roja salvegera rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê de serdana gelek saziyên mîna Meclisa Leşkerî ya Minbic, Mala Gaziyan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Nivîsgeha Giliyan û Meclisa Malbatên Şehîdan, kir.

Saziyên ku serdana wan hatinkirin, li ser keda wan ya rizgarkirina bajêr û xizmeta şêniyan a piştî rizgarkirinê xelat kirin.

Back to top button