Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî di 2. salvegera şahadeta xwe de li ser gora xwe bi merasîmeke girseyî hate bibîranîn.
Merasîma goristana Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş a Şengalê pêk hat.
Merasîm, bi rêzgirtinê destpê kir û piştî wê fermandariya YBŞ û YJŞ’ê li ser bîranîn û dilsoziya Mam Zekî Şengalî axivîn.
Di merasîmê de li ser navê saziya malbatên şehîdan a Şengalê daxuyanî hat xwendin û hat gotin:
“Şehîd Mam Zekî, 15’ê Tebaxa 2018’an di roja salvegera fermana Êzidiyan de şehîd bû.”
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ew ê xewn û xeyalên Mam Zekî pêk bînin û doza şehîdan heta serketinê bidomînin.