Li dijî dagirkeriyê, 50 hezar îmze

Kampanyaya îmzeyan ya ji bo derxistina hêzên Tirkî ji Başûrê Kurdistanê bi dawî û 50 hezar îmze hatin komkirin.

Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li Silêmaniyê, ragihand ku kampanyaya îmzeyan a ku li dijî dagirkeriya Tirk di 5’ê Tîrmehê de dabûn destpêkirin, bi dawî hat.

Li gorî daxuyaniyê hat gotin ku ji bo derxistina artêşa Tirk ji Başûrê Kurdistanê 50 hezar îmze hatin komkirin.

Hat diyarkirin ku wê îmzeyên hatine komkirin radestî herdu parlamentoyên Başûrê Kurdistanê û Iraqê her wiha Netewên Yekbûyî jî were kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de jî hate teqez kirin ku heya dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê hebe, wê xebat û têkoşîn li dijî wê berdewam bike.

Back to top button