Li navçeya Ranyayê xwepêşandanên li dijî hikûmetê dewam in

Xwepêşandanên ku beriya sê rojan li navçeya Ranya ya Başûrê Kurdistanê li dijî hikûmetê dest pê kiribûn, berdewam in.

Îro di saetên êvarê de li nava bazara navçeya Ranya ya navenda îdareya Raperînê, welatî careke din bi daxwaza hilweşandina hikûmetê, dest bi xwepêşandanê kir.

Xwepêşander ber bi navendên partiyan ve meşiyan û kevir avêtin van navendan.

Hêzên ewlehiyê jî mudaxeleyî xwepêşandanê kir û alozî di navbera herdu aliyan de derket.

Duh jî li nava bazara navçeya Ranyayê, xwepêşandanek girseyî li dijî hikûmetê hat lidarxistin.

Hat gotin ku çend xwepêşander hatin binçavkirin.

Pêr jî li gelek deverên Başûrê Kurdistanê bi pêşengtiya Tevgera Nifşê Nû xwepêşandan hatin lidarxistin û banga hilweşandina hikûmetê hat kirin.

Di xwepêşandana li navçeya Ranya de, ji ber aloziya di navbera asayîş û xwepêşanderan de, nûçegihanê Kanala Gelî Kurdistan Huner Resûl jiyana xwe ji dest da.

Back to top button