Artêşa Îsraîlê 2 mûşekên ji Xezzayê bêbandor kirin

Artêşa Îsraîlî ragihand ku 2 mûşek ji Xezzayê ber bi Îsraîlê ve hatin berdan, lê pergala wan a asmanî karîbû wan bêbandor bike.

Ragihandina Îsraîlê da xuyakirin ku parçeyên mûşekên bêbandorkirî, li maleke şêniyekî bajarokê Sedrûtê ketin û ziyanên madî tenê çêbûn.

Artêşa Îsraîlî jî teqez kir ku ew ê hemû hewldanên tevlihevkirina ewlehiya Îsraîlê, têk bibin.

Artêşê her wiha tiliyên tawanbariyê ber bi Tevgera Hemasê ve nîşan dide.

Berî niha balafirên artêşê hin baregehên Hemas ên li Xezzayê kiribûn armanc.

Back to top button