Erdogan careke din gefên dewamkririna lêgerîna xazê xwar

Serokê AKP’ê Erdogan dîsa gef li Yûnanistanê xwar û diyar kir ku wê lêgerînên xwe yên xazê li Deryaya Spî bidomînin.

Erdogan duh careke din derket pêşberê çepemeniyê û gefên xwe yên li dijî Yûnanistanê dubare, ku eger li hemberî keştiyên wan ti êrîş çêbibe, ew ê bê bersiv nemînin.

Erdogan teqez kir ku ew ê heta 23’ê Tebaxê lêgerîna xwe ya xazê li deverên diyarkirî bidomînin.

Ev gefên Erdogan piştî daxuyaniya Yûnanistanê ya duh hat, ku Yekîtiya Ewropayê lîsteyeke nû ya cezayan, li dijî Enqereyê amade dike.

Back to top button