Bi hêviyek mezin Fatma Beko li benda rizgarkirina Minbicê ma

Jin bi navê Fatma Beko agahiya destpêkirina pêngava rizgarkirina bajarê xwe Minbicê bi rêya televîzyonê bihîst. Wê demê nas kir ew ê piştî reşiya ku çeteyên DAIŞ’ê bi xwe re aniyê bajêr, ronahiyê bibîne. Her çendî rojên bi êş jiya jî, lê hêvî qut nekir û li benda rizgarkirina Minbicê ma..

Meclisa Leşkerî ya Minbicê di 31’ê Gulana 2016’an de ragihand ku dest bi hemleya rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê, kiriye.

Fatma Beko (40) ji yek jinên bajarê Minbicê ku li gel wê hûrgiliyên destpêkirina pêngava rizgarkirina Minbicê heta roja rizgarkirina wê hene.

Fatma Beko agahiya pêngava rizgarkirinê ji televziyonê dibihise.

Fatma dibêje dema ku min agahî bihîst, ez pir kêfxweş bûm. Ji ber min zanî piştî reşiya ku çeteyên DAIŞ’ê bi xwe re anîbû bajêr, dê roniyê were.”

Piştî ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê hemleya rizgarkirina bajêr dest pê kir, çeteyên DAIŞ’ê dorpêçekî giran li ser bajêr ferz kir, ketin û derketin ji bajêr qedexe kir û dest danîn ser dikanên xwarinê.

Fatma Beko wiha behsa dema dorpêça bajar û kirinên çeteyên DAIŞ’ê dike:

Ji ber çeteyan her tişt dest danîbûn ser, me di peydakirina madeyên xwarinê de gelek tengavî didit.

Dengê gule, top û balafiran di saetên şevê de ranediwestîn.

Lê her parçeyeke biçûk ji bajêr dihat rizgarkirin hêvî nû dibûn. Me dixwest bi rizgarkirina bajêr re çavê xwe kil bikin.”

Fatma diyar kir ku wê gelek caran hewl da ku xwe bigihîne herêmên ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê rizgar kirine, lê bê encam bû û wiha pêde çû:

“Di her cara ku me hewl dida birevin, çeteyan gule li me direşandin û em weke mertalên zindî bi kar dianîn.

Piştî vekirina korîdorê şervanan em û kalemêrê ku çeteyan ew birindarkirîbû birin herêmeke biewle.

Dema ew gihiştin hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hîs kir ku ji nû ve ji dayik bûye.”

Back to top button