Qerqaş: Peymanê rê li ber tevlîkirina erdên Filistînê bo Îsraîlê girt

Wezîrê Derve yê Imaratê Enwer Qerqaş ragihand, ku peymana aştiyê ya di navbera Imarat û Israîlê de, plana Israîlê ya tevlîkirina erdin Difa El-Xerbiye, rawestand.

Qerqaş, di hevdîtinekê bi kenala CNN a Amerîkî re destnîşan kir ku ev peyman, rê li ber avakirina baweriyê vedike.

Îna borî, Qerqaş, li ser hesabê xwe yê Twîterê balav kir, ku biryara aştiyê di destê Filistînî û Israîliyan de ye û vê peymanê rê li ber tevlîkirina Israîlê ya erdine Filistînê girt.

Di heman çarçoveyê de, Israîlê nûçeyek belav kir, li gorî wê, serokê Istixbarata Israîlê Yûsî Kohîn, îro serdana Imaratê dike û hûrguliyên peymanê bi Şêx Mihemed Bin Zayid re, nîqaş dike.

Israîlê, li ser zimanê çavkaniyeke fermî ya Imaratî eşkere kir ku, piştî îmzekirina peymanê, Imarat û Israîl bi niyaz in balyozxaniyan li herdu welatan vekin.

Pêncşema borî, Imarat, Amerîka û Israîl, peymaneke aştiyê ya ji bo asakirina têkiliyan ragihand.

Back to top button