Baregeha Tacî bi 2 mûşekan hat armanckirin

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqî ragihand ku 2 mûşekên Katyûşa ji herêma Raşidiyê ber bi baregeha Tacî ve hatin berdan.

Li gorî şaneyê, ti ziyanên canî çênebûn û der barê mûşekan de ti agahiyên zêdetir nehatine belavkirin.

Li aliyekî din, 2 karwanên leşkerî yên Koalîsyona Navneteweyî li başûrê Iraqê bi 2 mayînan hatin armanckirin.

Hate ragihandin ku ti ziyan çênebûn.

Berî vê jî, karwaneke din a Koalîsyonê li parêzgeha Dîwaniyê hatibû armanckirin.

Ev êrîşên li ser baregeh û hêzên Koalîsyonê ji destpêka salê de tên kirin. Amerîka jî, tiliyên tawanbariyê dirêjî komên girêdayî Îranê dike.

Back to top button