NUSRAYÊ ÊRÎŞÎ NUQTEYÊN REJÎMÊ YÊN LI IDLIBÊ KIR

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku çeteyên Nusrayê êrîşî nuqteyên rejîma Sûrî yên li Idlibê kiriye.

Serokê navenda Lihevhatinê yê Rûsyayê li Sûriyê Sergey Solomatîn têkildarî mijarê daxuyanî da û got:

Çeteyên Eniya Nusrayê hemwextî hev , êrîşî nuqteyên hêzên rejîmê yên li herêmên Ebû Dihûr û Ebû Şercî yên başûr-rojhilatê Idlibê kir.

Sergey Solomatîn diyar ku koma Nusrayê ji 150 heta 200 çeteyî pêk dihat, bi 15 heta 20 erbeyên leşkerî êrîş kirin û wiha domand:

Terorîstan karîbûn kîlometreyek û nîvê debasî nava herêmên artêşa Sûriyê bibûna.

Lê piştre mecbûr man paşde vekişin û gelek windahî dan.

Solomatîn destnîşan kir ku ew li ser bûyerê bi dewleta Tirk re ketin nava têkiliyan.

Çavkaniyên meydanî jî ragihandin ku serçeteyên koma bi navê Ecnad Qoqaz Ebû Beraa Qoqazî di encama şer de hat kuştin.

Leave a Reply

Back to top button