The Sun: “Bûka DAIŞ’ê” bi alîkariya Tirkiyê vegeriya Brîtanyayê

Jineke DAIŞ’î ya bi navê bûka DAIŞ’ê tê naskirin, ku bê dest û pêsîr e bi hevkariya Tirkiyê vegeriya Brîtanyayê.. 

Rojnemeya The Sun a Birîtanî diyar kir ku Tirkiyê rê ji bûka DAIŞ’ê re hêsan kir da ku derbasî Brîtanyayê bibe..

Jina DAIŞ’ê Samiya Hisên a 25 salî di bombebaranekê li Sûriyê de bi giranî birîndar bûbû.

Piştre bi rêya pasporata xwe ya Brîtanî di balafirxaneya Hîsro re derbas bû ..

Li gorî Rojnemeyê, Samiya ji aliyê polîsan ve hatiye girtin û niha pê re lêpirsîn vekirine.

Samiya mikur hat ku piraniya çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî bi hêsanî di rêya sînorê Tirkiyê re derbasî Sûriyê dibûn.

Back to top button