Rêveberiya Xweser: Kesê ku maskan di cihê komî de bikar neyne wê hezar L.S weke bac bide

Rêveberiya Xweser di çarçoveya rêzetedbîrên pêşîlêgirtina berbelavbûna vîrûsa Coronayê de biryarek nû girt û têde diyar kir ku kesên maskan di cihên komî de daneynin wê hezar lîreya Sûriyê wek bac bide.

Ji bo selametiya şêniyan îro Rêveberiya Xweser biryarek nû girt.

Di birayar Rêveberiyê de hat gotin ku kesê maskan di cihên giştî, Sûk û Saziyan de bikar neyne wê were cezakirin.

Di biryarê de wiha hat gotin,

Divê şêniyên herêmê ji dîroka 18’ê vê mehê de di cihên giştî, sûk û saziyan de maskan bi kar bînin.

Her kesê ku maskê bi kar neyne wê hezar lîreya Sûriyê wek bac bide.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li şêniyan kir ku li gorî biryaran tev bigerin û parastina xwe bikin.

Back to top button