HPG: li Sêrtê 10 kontrayên dewleta Tirk hatin kuştin

Bi boneya salvegera pêngava vejînê a 15’ê Tebaxê, HPG’ê çalakiyên taybet lidar xistin.
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Berwarî ya Sêrtê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiya sabotajê kirin.
Di encamê de, 10 tîmên taybet yên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi çalakî û berxwedana xwe ya dîrokî cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê pêşwazî kirin.

Gerîlayan li bakurê Kurdistanê mîna 36 sal berê, careke din derbên xurt li dagirkeriyê didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên dawî daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku gerîlayan vê carê li dijî dagirkeriya dewleta tirk ya li herêma Sêrtê çalakî pêk anîne û ev agahî parvekir:

Artêşa Tirk a dagirker ev demeke li navçeya Berwarî ya Sêrtê li qada Kato Hêşetê bi tîmên taybet kemîn datanî.

Gerîlayan ev yekîneya dijmin xistin bin kontrolê û liv û tevgera dijmin demekê şopandin.

12’ê Tebaxê gerîlayan li qadeke navbera Berwarî û Hêşetê, li dijî wesayita ku yekîneya artêşa tirk tê de bû çalakiya sabotajê kirin.

Di encamê de wesayita dagirkeriyê hat teqandin, bi qasî hate tespîtkirin 10 tîmên taybet hatin kuştin.

HPG’ê ragihand ku ev çalakî ji bo silavkirina salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê hate lidarxistin.

7`ê Tebaxê artêşa Tirk bi piştgiriya kontrayan li qadên Koruk û Axula yên navçeya Payîzava ya Wanê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir.

Ev operasyona dagirkeriyê 13’ê Tebaxê bi rengekî bêencam bi dawî bû.

Lê artêşa dagirker hîna jî li qadê kemînan datîne.

HPG’ê dazanîn ku di êrîşa hewayî ya dagirkeriya dewleta tirk ku 1`ê Tebaxê li qada Çiravê ya herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê pêk anî de, gerîla Argeş û Warşîn şehîd bûn.

HPG’ê anî ziman ku wê têkildarî nasnameya şehîdan di demên pêş de agahiyên berfireh bi raya giştî re we re parvekirin.

HPG’ê ragihand ku13`ê Tebaxê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li wesayiteke li gundê Reşankê ya li herêma Zawite ya Duhokê barand.

Di vê êrişê de 3 milîsên tevgera azadiyê şehîd bûn.

Back to top button