Li navçeya Ranyayê xwepêşandan di roja çaran de dewam dikin

Li navçeya Ranya ya Başûrê Kurdistanê xwepêşandanên li dijî hikûmetê di roja çaran de dewam dikin.

Îro li navçeya Ranya ya navenda îdareya Raperînê, welatî careke din bi daxwaza hilweşandina hikûmetê, dest bi xwepêşandanê kir.

Hêzên ewlehiyê bi bombeyên gazê hewil dan xwepêşandanê bi dawî bikin, xwepêşander jî bi keviran bersiv dan.

Asayîş ji bo pêşî li berfirehbûna xwepêşandanê bigre, di ketina navçeyê de bendên kontrolê danî.

Her wiha kesên ku guman li ser hene ku wê beşdarî xwepêşandanan bibin, destûr ji wan re nayê dayîn ku bikevin navçeyê.

Her wiha duh û pêr jî li nava bazara navçeya Ranyayê, xwepêşandanên girseyî li dijî hikûmetê hatin lidarxistin.

Asayîş jî xwepêşandan asteng kirin û hat gotin jî ku çend kesên hatine binçavkirin.

Betrapêr jî di xwepêşandana li navçeya Ranyayê de, ji ber aloziya navbera asayîş û xwepêşanderan, nûçegihanê Kanala Gelî Kurdistan Huner Resûl jiyana xwe ji dest da.

Back to top button