Çeteyên dewleta Tirk gundê Um Edesa yê Minbicê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe, gundên bakur rojavayê bajarê Minbicê bi çekên giran topbaran kirin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, derbarê êrîşê de daxuyaniyek da.

Li gorî navendê, çeteyên Mertala Firatê ji gundê Yaşlî yê dagirkirî, gundê Um Edasa yê bakur rojavayê bajarê Minbicê topbaran kir.

Derbarê encamên topbaranê de, agahî nehatin bidestxistin.

Back to top button