Kesayetên siyasî, rewşenbîr û oldar banga rabûna li dijî dagirkeriyê kir

Kesayetên siyasî, rewşenbîr û oldar yên Başûrê Kurdisatnê bang li hikûmetên Başûr û Iraqê kirin ku li dijî êrîşên Tirkiyê bikivin tevgerê.

Bi dehan kesayetên siyasî, rewşenbîr û oldar ji bo êrîşên dewleta Tirk şermezar bikin, xwestin li herêma Kune Masî daxuyaniyekê bidin.

Lê asayîşê bi hinceta ku ewlekarî nîne rê neda ku daxuyanî bê dayîn.

Kesayetên siyasî, rewşenbir, û oldar li ser vê li Hola Suhrewerdî daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê Nebes Xalid ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a li ser herêmê ku rojane sivîl dibin qurbanî hatin şermezarkirin.

Bal hat kişandin jî ku armanca wan ew e ku hemû alî, kesayet, sazî û rewşenbîr û welatparêzên ji êrîş û pilanên dijmin ên dagirkirina herêmê şiyar bikin.

Her wiha bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê hat kirin ku li ber êrîşan xwedî helwest bin.

Back to top button