The Wall Street Journal: Amerîka biniyet e qefleke din a cezayan li Sûriyê bibire”

Birêveberiya Amerîkayê amadekariyên birîna cezane nû li dijî hikumeta Şamê dike..

Rojnameya The Wall Street Journal ragihand ku Birêveberiya serokê Amerîkî Donald Trump xwe hazir dike da qefleke nû ya cezayan li Sûriyê bibire.

Li gorî Rojnameyê, Amerîka her wiha plan dike ku lîsteya xwe ya reş berfireh bike, ew jî bi rêya sepandina cezayan li ser torên piştevaniya darayî yên derve.

Heman çavkaniyê anî ziman ku “berpirsên Amerîkî hêvî dikin ku bi rêya armanckirina van çavkaniyên derve, zextên navdewletî girantir bibin û Sûriyê êdî li ser maseya danûstandinan rûne.

Rojnameya The Wall Street Journal li ser zimanê hinek berpirsên Rojavayî jî da zanîn ku “Waşington hewl dide têkiliyên nêzîkatiyê yên di navbera Sûriye, Îmarat û Libnanê de jî asteng bike”.

Back to top button