Li kampa Holê penaberekî Iraqî ji aliyê kesine nenas ve hat kuştin

Li kampa Holê, kesine nenas êrîşî penaberekî Iraqî kir û ew kuştin.

Li gorî Ajansa Hawarê, duh kesine nenas êrîşek bir ser beşê sêyemîn ê Kampa Holê û panberekî Iraqî bi navê Hemada kuşt.

Piştî bûyerê, yekser hêzên Asayîşê dest bi lêpirsînê kir û da zanîn ku paneber Hemade bi 4 guleyan û bi demanceyeke bêdeng hatiye kuştin.

Di 13’ê Tebaxê de jî, êrîşek din li dijî panebarên Iraqî pêk hatibû û 3 panebar birîndar bûbûn.

Back to top button