Dewleta Tirk bendava 5. li ser Çemê Zîlanê ava dike

Dewleta Tirk, li ser Çemê Zîlanê yê bajarê Wanê bendava 5’emîn ava dike.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê li Bakurê Kurdistan bi hinceta çêkirina projeyên Santralên Kehrebê, beriya niha li navçeya Erdîş a wanê li ser Çemê Zîlanê 4 bendav çêkirine.

Di encama vê projeyê de, kom-goristanên cangoriyên Komkujiya Zilanê jî di nav de, bi sedan gundên Geliyê Zîlanê di bin avê de hiştin.

Şêniyên heremê ku debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sîwalan dikin, neçarî koçberiyê kir.

Ev yek çavê wan têr nekir, êdî ji bo gelê ku li herêmê maye jî bide koçkirin, biryara çêkirina bendava 5’emîn li ser çemê Zîlanê da.

Back to top button