Pervîn Buldan: Çareserkirina Pirsgirêka Kurd di dîtina tecrîda li Îmraliyê de ye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, der barê çareserkirina Pirsgirêka Kurd û Rapora CPT nirxandin kir. Pervîn dibêje: “Kesên dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, divê tecrîda li Îmraliyê bibînin, ji ber heta ev rastî neyê dîtin pirsgirêk bi hêsanî nayê çareserkirin.”

Di rojên dawî de, nîqaşên siyasî kûr bûn, di vê pêvajoyê de pirsgirêka Kurd careke din bû rojeva Tirkiyê.

Têkildarî geşedanên dawî, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan nirxandin kirin û got:

Me di çarçoveya kampanya “Bernameya Têkoşîna Demokratik” de, Belgeya Helwestê ya Civaka Tirkiyê eşkere kir.

Piştî 1’ê Îlonê jî wê pêkhateyên me kom bibin, planzaziya pêşerojê deynin pêş xwe û li dijî rastiya şer, aştiya Tirkiyê bixwazin.

Pervîn helwesta partiyên siyasî yên dema hilbijartinê, pirsgirêka Kurd dikin rojev rexne kir û destnîşan kir ku heta muxatabê pirsgirêkê, esas neyê girtin pirsgirêk çareser nabe.

Pervîn bal kişand ser rapora CPT’ê jî û got:

”Rapora CPT girîng e, lê derengmayina raporê şaşiyek mezin e, erka CPT ew e ku pirsgirêkên li girtîgehan piştrast bike û bi lez bi hikûmet û raya giştî re par ve bike.

Rêber Ocalan reyên çareseriyê nîşan da, tecrîd li Îmraliyê tu carî nayê qebkûlkirin.

Kesên dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, divê berî her tiştî tecrîdê bibînin û rakin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di dawiyê de bang li hemû partiyên muxalif, rêxistinên demokratîk, civak û jinan kir ku di bin banê itîfaqa demokratîk de li hev kom bibin û bi hev re têbikoşin.

 

Back to top button