Artêşa Iraqî: Çeteyekî metirsîdar ê komkujiya Spayker a Selahiddînê hat girtin

Berdevkê Artêşa Iraqî Yihya Resûl ragihand ku çeteyê herî metirsîdar ê komkujiya 2014’an a Spayker a Selahiddînê, hat girtin.

Yihya Resûl da xuyakirin ku Ajansa Têkbirina Terorê piştî şopandina çend mehan, karî sûcdarekî komkujiyê bigire.

Berdevkê artêşê her wiha da zanîn ku wan, 2 çete, yek jê li Nînewa, yê din jî li Selahiddînê girtin.

Koalîsyonê embareke cebilxaneyê ya Tacî radestî Iraqê kir

Li aiyekî din, Koalîsyona Navneteweyî duh, embareke cebilxaneyê ya leşkergeha Tacî, radestî Hêzên Ewlekariya Iraqî kir.

Koalîsyonê destnîşan kir ku heya niha nêzî 50 embarên cebilxaneyê hatine radestkirin.

Back to top button