Artêşa niştimanî ya Lîbî: Organ ji termên çeteyan tên dizîn

Di şerê li Lîbyayê de, rojane çeteyên ku dewleta Tirk ew şandine wî welatî tên kuştin, lê tiştê balkêş ew e, ku termê van çeteyan bi organên kêm, digihêjin kes û karên wan. Heta niha jî aliyê ku diziya van organan dike, nehatiye eşkerekirin. Her wiha îro Duşemê, wezîrên parastinê yên Tirkiye û Qeterê serdana Terablusê dikin û hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî re dicivin.

Berpirsê artêşa niştimanî Xalid Mehcûb eşkere kir ku, çeteyên Sûrî yên ku li Lîbyayê tên kuştin, organên wan ji bo bazirganiyê tên dizîn.

Mehcûb diyar kir ku, agahî gihiştine ber destê wan ku piraniya termên çeteyan ên ji Lîbya digihêjin deriyê sînorî yê Hewar Killis ê Helebê, organ ji wan hatine dizîn.

Mehcûb destnîşan jî kir ku, dema termên çeteyan pir dibin, wan dixin barhilgereke bombebarkirî û wan diteqînin û piştre îdia dikin ku ew di teqînan de hatine kuştin.

Wezîrên parastinê yên Qeter û Tirkiyê serdana Terablusê dikin

Li aliyekî din, wezîrê Parastinê yê Qeterê Xalid bin Mihemed El-Atiye û hempîşeyê wî yê Tirk Xilûsî Akar, îro Duşemê, serdana paytexta Lîbya Terablusê dikin.

Dezgehên ragihandinê yên Lîbî eşkere kir ku herdu wezîr, di çarçoveya destekdayîna Qeter û Tirkiyê ji komên terorîst li rojavayî welêt re, dê bi gelek berpirsên hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî re bicivin.

Wezîrê derve yê Almanya serdana Terablusê dike

Di heman çarçoveyê de, çavkanîne Lîbî teqez kir ku wezîrê derve yê Almanyayê Hayko Mass jî, îro serdana Terablusê dike û bi berpirsên hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî re dicive.

Çavkaniyan diyar kir ku duh, 8 serbazên Alman gihaştin balafirgeha Mi’êtîqayê.

Ev yek di demekê de tê ku dewleta Tirk, biryarên navdewletî yên qedexeya şandina çekan bo Lîbyayê binpê dike û heta niha bêhtirî 20 hezar çeteyên Sûrî û derdora 10 hezar çeteyên ji nasnameyên cuda, şandine Lîbyayê.

Back to top button