Endama Tevgera Azadî Şehen Mihemed: Tiştên ku PDK dike derqanûnî ye

“Tiştê ku PDK’ê dike derqanûnî û bêexlaqî ye.” Hevseroka Tevgera Azadî ya Silêmaniyê Şehên Mihemed bi van gotinan li dijî zext û binçavkirinên PDK’ê yên li ser Tevgera Azadî şermezar kir û got: “Divê hemû alî li dijî zextên PDK’ê helwesta xwe nîşan bidin”

Ev demeke Asayîşa PDK’ê li dijî endamên Tevgera Azadî ya Başûrê Kurdistanê, Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê û kesên mûxalif pêngava binçavkirinê daye destpêkirin.

Hevseroka Tevgera Azadî ya Silêmaniyê Şehên Mihemed, çalakger û helbestvan Gulale Pêncwênî derbarê polîtîkayên PDK’ê ji ajansa Rojnewsê re axivîn.

Hevseroka Tevgera Azadî ya Silêmaniyê Şehên Mihemed binçavkirina endamên Tevgerê şermezar kir û got:

“Tiştê ku PDK dike, derqanûnî û bêexlaqî ye.

PDK naxwaze li Başûrê Kurdistanê li dijî desthilatdariya wan dengekî muxalîf derkeve, ji bo wê jî endamên me biçav dikin û digirin.”

Şehên Mihemed diyar kir ku ew ê li hember girtinan bêdeng nemînin û daxwaz hemû jinan kir ku li dijî zextên PDK’ê xwedî helwest bin.

Jina çalakger û helbestvan Gulale Pêncwênî jî polîtîkayên PDK’ê şermezar kir û da zanîn ku hikûmeta ji bo azadiyê hate avakirin, îro li dijî azadiyê derdikeve.

Gulale Pêncwênî diyar kir ku ji bo deng û fikirê azad neyê qutkirin, wê têkoşîna xwe bilintir bikin.

Back to top button