KJK: Li Îmraliyê sîstemeke metirsîdar a êşkenceyê heye

Koordînasyona Komeleyên Jinên Kurdistanê KJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî tecrîda giran a li Îmraliyê şermezar kir û diyar kir, li Îmraliyê sîstemeke metirsîdar a êşkence û tecrîdê heye, lewra divê CPT hêza xwe ya pêkanînê û guhertina rewşê nîşan bide. KJK’ê bang li gel kir ku bersiveke xurt bidin polîtîkayên qirker ên dijminan.

Koordînasyona Komeleyên Jinên Kurdistanê KJK’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KJK’ê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir û diyar kir ku tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Ocalan veguheriye êşkenceyeke birêkûpêk.

KJK’ê bal kişand ser projeya Ocalan a demokratîkbûnê û destnîşan kir ku rêber Ocalan bi hişmendiyeke gerdûnî, projeya neteweya demokratîk afrand, lewra rastî êrîşan tê û tecrîd jî encama êrîşên qirkirinê ne.

Koordînasyona KJK’ê îşaret bi sîstema Îmraliyê jî kir û anî ziman:

Li Îmraliyê ne qanûn ne jî hiqûq derbas nabin, sîstemeke metirsîdar a êşkence û tecrîdê ye. Têkildarî tenduristî, ewlekarî û jiyana Ocalan ti agahî nayên girtin.

Bi binpêkirina maf û hiqûqê re tecrîd pêk tê, êşkence û cezayên dîsîplînê li ser Ocelan tên sepandin. Bi kurtasî bêhiqûqiyek ku li dinyayê nehatiye dîtin, tê meşandin.

KJK: Divê CPT hêza xwe ya pêkanînê nîşan bide

Koordînasyona KJK’ê bal kişand ser helwesta CPT’î jî û diyar kir ku tenê eşkerekirina rewşa tecrîdê bi raporan têrê nake, eger naxwaze weke hevparê van polîtîkayan bimîne, divê CPT hêza xwe ya pêkanînê û guhertina rewşê nîşan bide.

KJK: Bersiveke xurt bidin polîtîkayên qirkirinê

Koordînasyona Komeleyên Jinên Kurdistanê KJK’ê bang li gel kir ku li dijî tecrîd û êşkenceya li ser rêber Ocalan, li her deverê bersiveke xurt bidin polîtîkayên qirker ên dijmin.

Back to top button