Malbatên fermandarên Iraqî yên di êrîşa Tirkiyê de hatin kuştin çalakiyek pêk anî

Şêniyên Kreşanê yê Başûrê Kurdistanê, li dijî dagirkeriya Tirk îro çalakiyek pêk anî û xwestin leşkerên Tirk ji herêma wan bên derxistin.

Şêniyên gundê Kreşanê yê herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku 11’ê Tebaxê 2 fermandarên artêşa Iraqê kuştin, çalakiyek pêk anî.

Malbatên fermandarên Iraqî yên ku hatin kuştin û gelek şêniyên wê deverê jî tevlî çalakiyê bûn.

Çalakî bi dirûşmeyên ‘Leşkerên Tirk derkevin’, ‘Dagirkerî li dijî mirovahiyê ye’ hat meşandin.

Di çalakiyê de, bang li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hate kirin ku sîxurên dewleta Tirk ên bûne sedema kuştina fermandarên Iraqî, eşkere bike.

Back to top button