Salar Mehmûd: Armanckirina Tirkiyê ya sivîlên Başûr û hêzên Iraqî, encama binkeftinê ye

Pisporê karûbarên Iraqî Salar Mehmûd diyar kir ku armanckirina dewleta Tirk a sivîl û hêzên Iraqî, encama binkeftinê wê ye.

Salar Mehmûd da xuyakirin ku ev binkeftin, xwe dispêre binkeftinên li Sûrî, Lîbya û deverên din.

Salar der barê bêdengiya aliyên Başûr a li hember êrîşên Tirkiyê de got:

“Dewleta Tirk cudahiyê naxe navbera gerîla û pêşmergeyan.

Em dibînin ku xwîna her duyan bi destê Tirkiyê dirije.

Lewre nabe ti kes, xwe bide alî.”

Pisporê Karûbarên Iraqê Salar Mehmûd, da zanîn ku hikûmeta Iraqî jî bi daxuyaniyan helwestan nîşan dide, lê belê bandorê li raya navneteweyî nake.

Şêniyên navçeya Xurmatû ya Selahedînê jî destnîşan kir ku,

“PDK’ê ji bo zindîkirina dewleta Osmanî û dagirkirina Kurdistanê, bi dewleta Tirk re alîkar e, lewre divê fişar lê bên zêdekirin.”

 

Back to top button