Çeteyan li Efrîn û navçeyên wê, jê 3 jin 10 sivîl revandin.
Le Efrîna dagirkirî kiryarên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên bê navber didomin.
Malpera Afrinpost ragihand ku 15’ê Tabaxê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker, jê 3 jin, 5 sivîl ji gundê Hêkiçê yê navçeya Şiyê revandin.
Navên kesên hatin revandin wiha ne
Melek Subhî Helebî
Zehîde Xelîl Şêx Mistefa
Meqbole Ebdo Tana
Henan Sebrî Tana
Fewzî Mihemed Tana
Li gundê Mistikê yê navçeya Şiyê jî, istixbarsta dewleta Tirk bi ser gund de girt û gelek ciwan revandin.
ji kesên ku hatin revandin ciwanên bi navê Esed Elo û Malşîn Elo ne.
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn da zanîn ku çeteyan piştî standina hezar û 300 Lîreyê Tirk, hin ciwan berdan.
Li gundê Çeqela yê Şiyê jî çeteyan ciwanê bi navê Mistefa Celal Ikaş(30) revand.
6’ê Tabaxê jî li navenda Efrînê istixbarata Tirk şêniyê bi navê Ciwan Ismet Mistefa ji gundê Koran yê Mabeta tevî erebeya wî revand.