Mistefa Kazimî û berpirsyarên Heşdî Şebî civiyan

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî beriya serdana xwe ya li Amarîka bi Serokê Hevpeymana Fetih Hadî Amirî re civiya û mijara sereke jî Heşdî Şebî bû.

Di civînê de Berpirsên Heşdî Şebî ji Kazimî xwestine ku ti lihevkirinekê li Amerîkayê îmze neke û jê misogeriya vê yekê xwestine.

Cîgirê Koma Hevpeyamana Fetih Kerîm Elawî di derbarê civînê de axivî û got;

“Armanca civîna bi Kazimî re, zanîna armanca serdana Kazimî ya ji bo Amerîkayê bû.

Fermandarê Supayê Pasdarên Îranê û Mistefa Kazimî civiyan

Li aliyê din Fermandarê Supayê Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaanî bi awayek veşartî serdana Iraqê kir û Kazimî re civiya.

Sedema hevdîtinê nehat zanîn.

Lê beriya serdana Kazimî ya li Emerîkayê ev trafîka hevdîtinan balê dikişîne.

Tê payîn ku 20’ê Tebaxê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Amerîkayê bike.

Back to top button