Festîvala 7. a Sakîne Cansiz..Li Siwîsrayê bi beşdariya bi sedan jinan hat lidarxistin

Ji bo bibîranîna Sakîne Cansiz, li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê 7’emîn festîvala Sakîne hat lidarxistin.

Festîval her sal di meha Hezîranê de tê lidarxistin, lê îsal ji ber vîrûsa Coronayê ev yek ji bo Tebaxê hat bipaşxistin.

Bi sedan jinên koçber û Siwîsrî tevlî festîvalê bûn.

Di festîvalê de, bal hat kişandin ser hovîtiya li dijî jinan û destavêtina li zarokan.

Di festîvalê de, gelek çalakî hatin pêşkêşkirin û gelek hunermend jî tevlî çalakiyan bûn.

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Besîme Konca axivî û 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kir û da zanîn ku berxwedana îro ku jinên Kurd didomîne, mîrateya Sakîne Cansiz e.

Festîval bi gerandina govendan bi dawî bû.

Back to top button