Çeteyan 3 sivîl ji navçeya Mabata ya Efrînê revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Şêxotka ya navçeya Mabata ya Efrînê 3 sivîlên Kurd revandin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundê Şêxotka ya navçeya Mabata ya Efrînê 3 sivîlên Kurd ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatine revandin.

Hate ragihandin ku Mihemed Menan Reşo (53), Mihemed Mihemed Reşo (59) ve Zekî Hena Reşo (48) ên hatin revandin birine gundê Emara ya girêdayî navçeya Mabatayê.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê diyar kir ku Mihemed Mihemed Reşo berî niha jî 3 caran ji aliyê çeteyan ve hatiye revandin û li pêşberî fîdyeyê hatiye berdan.

Back to top button