QSD: GUNDÊ MOZAN HAT RIZGARKIRIN Û 59 ÇETE HATIN KUŞTIN

Şervanên QSD’ê gundekî din ê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Êdî cih li çeteyan teng bûye.

Navenda Ragihandina QSD’ê encama şerê dawî eşkere kir.

Li gorî vê 59 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Navenda Ragihandina QSD’ê encama şerê 24 saetên derbasbûyî yê qonaxa dawî yê Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir û ev agahî dan.

Li bajaroka Sûse û derodra wê çeteyên DAIŞ’ê bi hawan û çekên sekvaniyê êrîşî şervanên QSD’ê kir û hewl dan xetên parsatinê yên şervanan têk bibin.

Lê belê demlidest şervanan bersiv da û şer derket.

Di encamê de, êrîş têk çû û hejmarek çete hatin kuştin, yên din jî reviyan.

Tîmên endeziyariyê jî, dest bi bêbandorkirina mayinan kirin.

Saetên sibehê, çeteyan careke din hewl da, êrîşan pêk bînin.

Lê belê hişyariya şervanan plana wan têk bir û derbên giran li wan dan.

Saetên êvarî jî şervanan êrîş birin ser navendên çeteyan.

Şeravan, 1 Km pêş ketin û 16 nuqte ava kirin.

Her wiha 2 depoyên cebilxaneyê û erebeyek zirxî ketin destên şervanan.

Çeteyan li vir bi erebeyek bombebarkirî êrîş kirin, lê belê şervanan ew ji dûr ve teqandin.

Li enieyeke din a heman baskî, şervanan êrîşeke berfireh pêk anî.

Li vê derê hejmarek çete hatin kuştin, şervan 1 KM pêş ketin û 20 nuqte ava kirin.

Li aliyeke din jî, piştî şerên dijwar û bombebarana Koalîsyê, şervan 14 nuqte ava kirin.

Şerê li vê eniyên dewam e.

Şervanên QSD’ê vê sibehê, gundê Mozan ê li kêleka Sûse bi temamî ji çeteyan rizgar kir.

Piştre dest bi paqijkirina gund kir.

Li vir şervana depoyeke cebilxaneya çeteyan û erebeyek çekên giran dîtin.

Navenda Ragihandina QSD’ê eşkere kir ku, di encama van şervan de, 59 çete hatine kuştin.

Koalîsyonê 38 êrîşên hewayî pêk anîn.

30 baregeh, 2 depoyên çekan û 2 tunel hatin rûxandin.

Erebeyeke doçka li ser hat teqandi.

2 rêyên leşkerî li çeteyan hatin girtin.

Navenda Ragihadina QSD’ê ragihand ku, di van şeran de 6 şervanên wan birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button