Li navçeya Ranyayê xwepêşandan di roja pêncan de dewam dike

Li navçeya Ranya ya Başûrê Kurdistanê xwepêşandanên li dijî hikûmetê di roja pêncan de dewam kir.

Îro li navçeya Ranya ya navenda îdareya Raperînê, welatî careke din bi daxwaza hilweşandina hikûmetê, dest bi xwepêşandanê kir.

Dema xwepêşanderan xwestin ber bi avahiyên partiyan ve bimeşin, hêzên ewlehiyê rê li pêşiya xwepêşanderan girtin.

Ji ber astengiyê di navbera her du aliyan de alozî derket.

Li herdu baregehên YNK’ê û PDK’ê yên li navçeyê hêzek zêde jî hatine komkirin.

Xwepêşanderan daxwaznameyak ku ji 14 xalan pêkdihat radestî aliyên peywendîdar kirin.

Yek ji daxwazan jî ew bû ku tevayî partî ji nava bajêr werin derxistin.

Back to top button