Aliyên siyasî bang li hikûmeta Iraqê kir ku li dijî êrîşên Tirkiyê bêdeng nemîne

Aliyên siyasî yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê bang li hikûmeta Iraqê kir ku li dijî êrîşên Tirkiyê bêdeng nemîne.

Dihate payîn ku şandeya hevbeş ku ji aliyên siyasî yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê û rêxistinên jinan pêkdihat, çûba herêma Kune Masî û li wir daxuyaniyek dijî dagirkeriyê daba.

Lê şande ji aliyê asayîşê ve hate astengkirin û destûr neda daxuyanî were xwendin.

Ji ber astengiyê şande vegeriya ser çiyayê Qeywan Mawet, xwestin li wir daxuyaniya xwe bidin, lê carek din asayîşê rê neda.

Tevî astengiyan şandeyê li gundeke qontara çiyayê Qeywan Mawat daxuyaniya hevbeş da.

Di daxuyaniyê debang li xelkê Başûrê Kurdistan her wiha, aliyên siyasî û hikûmeta Iraqê ku li dijî êrîşên Tirkiyê bêdeng nemînin.

Duh jî dema şandeyek ji kesayetên rewşenbîr xwestin biçe Kune Masî û li wir daxuyaniyek li dijî dagirkeriyê bide, ji aliyê asayîşê ve hatibû astengkirin.

Back to top button